PeyamaKurd – Tevî berf û barana zêde ya çend hefteyên dawî jî qebareya ava bendavên parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji sedî 24 kêm bûye.
Rêveberê Giştî yê îdareya Ava parêzgeha Urmiye Yasir Rehberdîn daye xuyakirin, tevî ku di demsala Payîzê de asta barîna berf û baranê zêde bûye jî asta ava bendavên parêzgeha Urmiye li gorî sala borî, ji sedî 24 kêm bûye.
Rehberdîn daye zanîn, digel danîna plan û bernameyên hûr, em dikarin hem ava vexwarinê, hema ava ji bo çandiyê û hem jî ava gola Urmiye dabîn bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, sala derbasbûyî li gelek navçeyên Urmiyê ji ber kêmbûna avê û xemsariya berpirsên rejîma Îranê yên pêwendîdar rêjeyeke mezin a berhemên cotkaran ji nav çûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin