Hewlêr | Bi amadebûna Mesrûr Barzanî bernameya scholarship tê lidarxistin

Hewlêr | Bi amadebûna Mesrûr Barzanî bernameya scholarship tê lidarxistin

PeyamaKurd – Li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bernameya scholarship a  hevbeş a Kompanyaya Genel Energy û Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê tê lidarxistin.

Li gor zanyariyan, îro 10ê Mijdara 2022an di saet 11:00an de, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîma bexşîna 20 scholarshipên Kompanyaya Genel Energy û Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê birêve diçe.

Rêveberê Kompanyay Genel Energy Huseyîn Dizeyî di derbarê wê de diyar kir: “Ev bername ji bo xwendekarên jîr ên karîna wan a darayî kêm e. Bi rêya vê bernameyê re 20 xwendekar wê sûdê jê werbigirin.”

Herwiha di merasîmê de Cîgirê Rêveberê Kompanyay Genel Energy Michael Farne da zanîn, % 80 ji karmendên wê kompaniyê xelkê Herêma Kurdistanê ne û di warê perwerde û tendirustiyê de alîkariya Herêma Kurdistanê kirine û plan dikin ku zêdetir alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

Di berdewamiyê de eşkere kir: “Me li Herêma Kurdistanê di 200 kêlgehan de kar kiriye û 20 milyar dolar li Herêma Kurdistanê veberhênan kiriye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin