PeyamaKurd – Ozgur Ozelê CHPê diyar kir, HUDA-PAR wê li dijî gotina "Ez li ber miletê Tirk sond dixwim" di merasîma sondxwarinê ya ku wê di 22ê Gulanê de li Meclîsê bê kirin, îtîraz bike û ji ber wê jî hewl hat dayîn merasîma sondxwarinê bê taloqkirin. Piştî 28ê Gulanê, da ku bandorê li hilbijartinan neke.
Piştî nîqaşên zêde yên li ser medyaya civakî, Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Mahmut Şahîn li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir ku wekîlên HUDA PARê wê bikevin Meclisê û sond bixwin.
Şahîn di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:
“HUDA-PAR ji bo xizmeta milet û welatê me yê ezîz bike diçe Meclîsê. HUDA-PAR ji bo têkoşîna maf, hiqûq û edaletê diçe Meclîsê. HUDA-PAR ji bo şer, krîz û kaosê wek hinek kesan naçe Meclîsê hey axayan. Parlamenterên me wê biçin Meclîsê û metna sondê bixwînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin