PeyamaKurd - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Lijneya Bicihanîna Madeya 140î de Dijwar Fayeq, bersiveke tund da daxuyaniyên Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman û destnîşan kir ku nêrîna parêzgar a derbarê Madeya 140î de şaşiyeke stratejîk e.
Fayeq diyar kir ku Madeya 140î madeyeke destûrî û çareserker e ji bo nehiştina siyaseta erebîkirinê û veguhastina bi darê zorê ku ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû pêkhateyan hatiye amadekirin.
Nûnerê hikûmetê anî bîra parêzgar ku dadgeha îtîhadî jî zindîbûna vê madeyê pejirandiye û ji wî daxwaz kir ku biryarên lijneyê yên ji bo dabînkirina erdan ji bo veguhastiyan bi cih bîne.
Herwiha Fayeq got ku %63yê xelkê Kerkûkê bi piştevaniya Serok Barzanî û Mam Celal deng dane destûrê ku di nava wan de birayên Tirkman jî hene.
Di berdewamiya bersiva xwe de Fayeq bi bîr xist ku îro jî di hemû hilbijartinan de Kurd li Kerkûkê di rêza yekem de ne û îdîayên li ser dîmografyaya bajar bi belgeyên dîrokî red kirin.
Fayeq destnîşan kir ku belgeyên Şemsedîn Samî yên salên 1889-1898an, raporên kompaniyên Almanyayê yên 1873an, arşîvên Hikûmeta Melekî û serjimêriya sala 1957an bi zelalî îsbat dikin ku piranî û nasnameya resen a Kerkûkê Kurd in.
Nûnerê Herêmê pirsî ku eger parêzgar ji nifûsa bajar piştrast be, çima di serjimêriya giştî de li dijî nivîsandina etnîk û neteweyan derketine.