Erdogan îro bo pêwendiyên dualî guftûgo bike serdana Qatarê dike

Erdogan îro bo pêwendiyên dualî guftûgo bike serdana Qatarê dike

PeyamaKurd  - Di derbarê operasyonên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, pêşhatên li Sûriye û Lîbyayê guftûgo bike Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan îro serdana Qatarê dike.

Li gor daxuyaniyeke Serokatiya Tirkiyê, Erdogan îro serdana Qatarê dike û pêwendiyên dualî, pirsên herêmî û navdewletî bi awayekî berfireh bi Mîrê Qatarê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî re guftûgo dike.

Herwiha li gor ajansa Qatarê “Qina” diyar kir, Mîrê Qatarê pêwendiyên dualî yên stratejî û diyartirîn pêşhatên herêmî û navdewletî guftûgo dikin.

Di salên dawîn de pêwendiyên Tirkiye û Qatarê di warên aborî û bazirganî de bi pêş ve çûne û herwiha di derbarê piraniya pirsên herêmî û nevdewletî de hevnerîn in, bi taybet derbarê mijarên Sûriye û Lîbyayê de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin