Serokwezîr Barzanî û Liu Jun pêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêjkirin

Serokwezîr Barzanî û Liu Jun pêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêjkirin

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Tîrmehê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Çînê Liu Jun kir.

Piştî civînê hate ragihandin ku di hevdîtinê de her du alî li ser hewcedariya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û çalakkirina Parlamena Kurdistanê hevnerîn bûn.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Iraqê û şer û aloziyên deverê anîn ziman û tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û aştî û aramiya Iraq û deverê kir.

Herwiha hate diyarkirin: "Her du alî li ser hewcedariya çalakkirina Parlamena Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevrabûn bûn."

Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê Çînê herwiha, behsa pêşxistin û berfirehkirina peywendiyên dualî di war û qadên cihêreng de kirin.