PeyamaKurd – Li navçeya Çelîkxan a bi ser bajarê Semsûrê ( Adıyaman) li ser rêya navbera Semsûr û Meletiyê du otomobîl lihev ketin û di encamê de 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn.
Di qezayê de 3 kesên mirin Burak T, Nuray D. û Zeynep B. ne. Dema tîmên tenduristiyê gihan ciyê qezayê ev her 3 kes li ciyê qezayê jiyana xwe ji dest dabûn. Her 4 birîndarên qezayê ji aliyê tîmên 112 ê de hatin birin bo nexweşxana Meletiyê ya Perwerdê û Lêkolînê. Halê her 4 birîndaran baş e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin