PeyamaKurd- Wezîrê karên bergiriyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini ragihand ku wan biryarê daye da derbasî pêvajoya duyem ya bernameya F-35an bibin. Geuerini di axaftina xwe ya komisyona parastinê ya meclisa nûneran û senatoyê de weha got:
“Bi tevlîbûna Îtalyayê ya bernameya F-35an, hem bandora aktîv ya leşkerî û hem ji aliyê modernîtê de, hinek pêdiviyan bicîh tîne û hem di teknolojiya netewî de pêşdebirin û îstîhdamê dê pêk bîne.”
Guerini got ku ji tesîsên ku heya niha çêbûne û ji sermayên dinan dixwazin fêde bibînin. Guerini got ku ew bo derbasbûna pêvajoya duyem fermanê daye. Guerini ragihand ku baregeha li Îtalyayê ya li bajarê Cameriyê, baregeha li Amerîkayê ya li eyaleta Teksasê ya Fort Wortê temam dike û dikare bo montaj û kontrola periyodik ya dawî derfetan biafirîne.
Îtalya di sala 2011an de xwestibû ku 130 balafirên F-35 bikire lê bi sedema krîza aborî jimarê daxistibû 90 hebî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin