Saredara Diyadînê ji girtîgehê hat berdan

Saredara Diyadînê ji girtîgehê hat berdan

PeyamaKurd – Hevşaredara navçeya Diyadîn a Agiriyê Betul Yaşar ku li şûna wê qeyûm hatibû danîn û piştre jî hatibû girtin, îro 9ê Îlonê ji girtîgehê hat berdan.

Betul Yaşar piştî serdegirtina polîsan a bi ser mala wê de hatibû binçavkirin û 14ê Tîrmehê jî derketibû pêşberî dadgehê û biryara girtina wê hatibû dayîn.

Yaşar îro ji Girtîgeha Elezîzê ya Jinan hat azadkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin