Li Hewlêrê Forûma Navdewletî ya Rojnamevanan tê lidarxistin

Li Hewlêrê Forûma Navdewletî ya Rojnamevanan tê lidarxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe 16ê Kanûnê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, Foruma Navdewletî ya Rojnamevanan ku 2 rojan berdewam dike, tê lidarxistin.

Forûma ku ji aliyê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ve tê sazkirin, li Hola Saad Ebdullah a Hewlêrê tê lidarxistin û 2 rojavan dewam dike.

Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Hakim Azad ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin ku wê di forûmê li ser pirsên rojnamevanan gotar werin pêşkêşkirin.

Hekîm Azad herwiha daye zanîn ku wê ji Ewropa, Rojhilata Navîn, Iraq û çend welatên din rojnamevan jî di forûmê da amade bin û behsa ezmûnên rojnamevaniya li welatê xwe bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin