PeyamaKurd- Balafireka neqliyê ya Amerîkayê li balafirgeha Toledoyê ket ser erebeyên ku li wê derê park kiribûn û 2 kes jiyana xwe ji dest dan. Ragihandina bûyerê ji aliyê rêvebirên balafirgeha Ohio de hat kirin. Piştî qezayê agir bi ciyê qezayê ket û piştî demeke dirêj karibûn agir vemirînin.
Rêvebirê operasyona balafirgeha Toledo - Lucas ê ragihand ku di balafirê de 2 kes hebûne û saxin an mirîne, ji wan ti agahî tine ye. Hat ragihandin ku perçeyên balafirê li sehayeka fireh belav bûne. Di balafirê de çi hebûye nayê zanîn lê di demeka kurt de wê agahiyên rast bo raya giştî bên belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin