PeyamaKurd- Rûsya di navbera muxalefeta Sûriyê û Rejîma Sûriyê de navcînçîtî kir û her du alî li hev anîn ku hêzên muxalefetê derbasî bajarê Kurdan Efrînê û Cerablûsê bikin.
Piştî her du alî li hev hatin, neqilkirina hêzên muxalefetê dest pê kir. Hinek koman jî qebûl kirin ku teslîmî rejîma Sûriyê bibin.
Çavkaniyeke ku nexwest navê xwe bide, îddayên girîng avêtin holê. Li gorî îddayan ev peyman berî operasyona li dijî Efrînê hatibû çêkirin û Rûsyayê ji hingî ve qebûl kiribû ku Efrîn ji destê Kurdan derkeve û çeteyên muxalefetê li wir bi cih bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin