Amerîka dorpêçê danî ser 5 Koreyiyan

Amerîka dorpêçê danî ser 5 Koreyiyan

PeyamaKurd – Munaqeşeyên li ser ceribandinên fuzeyên supersonîk yên di navbera Kore ya Bakûr û Amerîka de dewam dikin û Amerîka ragihand ku dorpêçan danîye ser 5 Koreyiyan. Wezareta Xezînê ya Amerîkayê ragihand ku 5 kes ji amadekirina alavan yên ji bo çêkirina fuzeyên balîstîk û sîlihên îmhakirina komkî mal firotine.

Musteşarê xezînê yê ji terorê û îstîxbarata darayî berpirs Brian E. Nelson weha got:

“Di çarçoveya hewlên li hemberê bernameyên Kore ya Bakûr yên fuzeyên balîstîk û sîlihên ji bo îmhakirina komkî, 5 kesan kiriye armanc ku Kore bi rêya wan alavên ji bo amadekirina sîlihan, wan nûnerên xwe yên ji deryayê dûr bikartîne û me wan kiriye armanc.”

Navên ku dorpêçan danîne ser wan wehaye: Choe Myong Hyon, Sim Kwang Sok, Kim Song Hun, Kang Chol Hak û Pyon Kwang Chol e.

Rêvebiriya Amerîkayê weka tewanbariyê, xizmetkirina ji Koreyê re an teşebusa kirina xizmetê, xizmeta amadekirina maddeyên kîmyewî, alîkariya maddî ya ji bo belavbûna sîlihên ji bo îmhakirina komkî nîşan da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin