Baregeha Barzanî ji bo qurbaniyên erdheja Elezîzê peyameke sersaxiyê wesand

Baregeha Barzanî ji bo qurbaniyên erdheja Elezîzê peyameke sersaxiyê wesand

PeyamaKurd - Baregeha Serok Barzanî ji bo qurbaniyên erdheja Bakûrê Kurdistanê peyameke sersaxiyê belav kir.

Baregeha Barzanî li ser erdheja Elezîza Bakûrê Kurdistanê, ku şeva borî qewimî û heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne, peyameke sersaxiyê weşand. 

Naveroka peyamê wiha ye:

“Mixabin şeva borî ji ber erdhejeka bihêz li Bakûrê Kurdistanê û deverên kurdnişîn yên Tirkiyê, komek welatiyan canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Em ji ber vê rûdana bi êş, sersaxî û hevxemiya xwe digihînin mirov û malbatên qurbaniyan û xwe şirîkê xemên wan dibînin û hêviya başbûna birîndaran dixwazin.

Em hêvîdar in di demek kurt de alîkarî û hawarçûna pêwîst bigihên mexdûrên wê rûdanê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin