Netanyahû bo Îranê: Fermo xwe biceribînin!

Netanyahû bo Îranê: Fermo xwe biceribînin!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahû, piştî êrîşa moşekan a Îranê bi ser bingehên Amerîka û hevpeymaniyê de daxuyanî da û got, “Her kî xwe biceribîne ku êrîşî me bikin, wê bersiva me gelekî dijwar be”.

Netanyahû piştgiriya xwe bo Serokê Amerîka Donald Trump dubare kir û li ser operasyona kuştina Qasim Silêmanî diyar kir ku, bi biryardarî tevgeriyaye û pîrozkirinê heq dike.

Supaya Pasdarên Îranê piştî êrîşa şevê din, gefa lêdana Îsraîlê jî xwaribû.

Herwiha Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xameney jî di gotara xwe ya îro de, Amerîka û Îsraîl wekî dijminên Îranê pênase kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin