Kiliçdaroglu: Erdogan bûye postecîyê Îmraliyê!..

Kiliçdaroglu: Erdogan bûye postecîyê Îmraliyê!..

PeyamaKurd –  Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bersiv da daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku doh Çarşemê di civîna koma AKPê ya parlamenê de CHP bi tifaqa PKKê tawanbar kiribû û ji bo Selahattîn Demirtaş gotibû: “Wê ew kesê li Edirneyê hesabê herî mezin bide Îmraliyê (Abdullah Ocalan).”

Erdogan bêyî bi nav bike gotibû, di navbera Abdullah Ocalan û Selahattîn Demirtaş de nakokî hene û wê Demirtaş hesabê mezin bide Îmraliyê.

Erdogan herwiha CHP jî wekî serkêşê tifaqa ligel PKKê û HDPê tometbar kiribû û bêyî navê wê bide, bal kişandibû ser parlamentera HDPê Semra Guzel a wêneyên wê hatine belavkirin û gotibû, CHP û HDP li benda wan parlamentarên biçin ji çiyê ji evîndarên xwe îcazetê bistînin e.

Kiliçdaroglu, îro 13ê Çile di civîneke ligel muxtaran a li bajarê Zonguldakê de li ser mijarê axivî û got: “Yê ku li Îmraliyê li ser masê rûniştiye kî bû? Niha jî wisa dixuyê postecîtiya Îmraliyê daye ser milê xwe. Ma bixwe karmendê postê ye? Yê ku dezgeh danî, axivî û jê bendewar bû ew e. Di hilbijartinên herêmî de çi kir? Akademîsyen şand daku deng bidin wan. Silavên wî anîn û di televizyona dewletê de zindî dan. Niha jî rabûye me tawanbar dike. Çi dike bila bike, êdî ew beg yê çûnê ye. Milet tehemûla wî nake. Milet tehemûlî derewan, zaman û neheqiyan nake. Ew ê biçe. Lê min sûcdar dike. Bila derkeve pêşberî min.”

Herwiha Kiliçdaroglu li ser belavkirina wêneyên parlamentera HDPê Semra Guzel ên sala 2017an li ser PKKiyekî derketine jî bersiva Erdogan da û diyar kir ku ew wêne dema mase danîbû Îmraliyê hatiye kişandin û muxatab jî rasterast Erdogan e û got, divê  jê bê pirsîn ‘dema pêvajoya vebûnê ev tişt dibûn tu li ku derê bûyî?’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin