Serokwezîr Barzanî sersaxî da malbata Osman Mehmûd Singalî

Serokwezîr Barzanî sersaxî da malbata Osman Mehmûd Singalî

PeyamaKurd - Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya Osman Mehmûd Şingalî ku birayê şehîd Samî Ebdulrehman e, bi pêwendiyekî telefonî ya ligel Dr. Nûrî Osman ê kurê wî sersaxî da malbatê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya pêwendiya telefonî ji ber koça dawî ya Osman Mehmûd Şingalî serxweşî da Dr. Nûrî Osman û endamên malbatê.

Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ligel malbatê nîşan da û hêvî xwest ji xwedayê mezin ruhê wî bi bihuştê şad bike û aramî û sebrê bide kesûkar û malbatê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin