PeyamaKurd - Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokrat Emîna Umer ragihand, ku komîteyên wan bi awayekî berdewam, li ser astê xizmetkariyan li gel rêjîma Sûriyê danûstendinan dikin.
Hat ragihandin ku Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokrat Emîna Umer, ji K24ê re axivî û di axiftina xwe de amaje bi vê yekê kir, ku ji bilî pirsên xizmetkariyê, di danûstendinan de li ser astê bilind, heya niha ti rêketin bi rêjîmê re nehatiye kirin.
Herwiha Umer tekez kir, ku ew pirsa radestkirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji rejîma Sûriyê re, red dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin