PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamin Netanyahu biryar da ku bicihkirina Avitar ku li Şerîeya Rojava ya dagirkirî hatiye avakirin û valakirina bajaroka Xan el-Ahmerê taloq bike.
Di nûçeya Teşkîlata Weşana Giştî ya Îsraîlê (KAN)ê de hat destnîşankirin ku biryara taloqkirina Netanyahu ji ber nebûna piştgirîkirina avakirina wargehên nû li Şerîeya Rojava û zêdebûna aloziyan di meha Remezanê de ji aliyê Amerîkayê ve hatiye dayîn.
Li gorî ragihandinê, navçeya cihûyan a neqanûnî ya bi navê "Avitar" di Gulana 2021an de li Girê Subeyh, li nêzî bajarokê Beyta ya Nablusê hat avakirin. Gundên bi vî rengî ku nêzî 50 malbatên niştecihên Îsraîlî tê de dijîn, ji aliyê hikûmeta Îsraîlê ve qanûnî nayên dîtin, lê bi biryarên ku dem bi dem tên girtin, qanûn tên çêkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku zêdetirî 600,000 niştecih niha li bi dehan wargehên Cihûyan ên mezin ên ku li deverên cûda yên Kenara Rojava ya dagirkirî hatine damezirandin dijîn.
Hat îdiakirin ku Kampusa Xan el-Ahmer Bedewîn, ji aliyê Îsraîlê ve li ser axa dewletê bêyî destûr hatiye avakirin. Lê eşîra Bedewiyan a ku Îsraîl di sala 1948an de ji herêma Nakabê mecbûrî koçkirina wan kir, ji salên 1950î û bi vir ve li herêmê dijîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin