Barayo Wanê komîsyona fêrkirina zimanê Kurdî ava kir

Barayo Wanê komîsyona fêrkirina zimanê Kurdî ava kir

PeyamaKurd - Baroya parezeran a bajarê Wanê li Bakurê Kurdistanê, Komîsyona zimanê Kurdî ava kir ku ji 75 parêzeran pêk tê.

Baroya Wanê ragihand, komîsyona zimanê kurdî ji bo ku parêzerên baroyê fêrî zimanê Kurdî bike hatiye avakirin û ew ê ji bo ziman çalakiyan jî li dar bixin û dê di demeke nêzîk de dest bi kar bike.

Endamê Desteya Rêvebiriya Baroya Wanê û Berbirsê Komîsyonê Kadîr Kutevî derbarê komîsyonê de got, "Li baroyê kêmasiya gelek parêzerên me di xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî de heye. Hat xwestin ku bo wê xebatek bê kirin. Me jî komîsyonek ava kir."

Kutevî derbarê rêbaza xebatê de jî diyar kir, "Bo fêrbûna zimanê Kurdî emê polan ava bikin. 75 hevkarê me di komîsyonê de cîh digrin. Ewê bo fêrkirinê, alîkariyê ji mamosteyên ku li bajarê me Wanê xebata zimanê Kurdî dimeşînîn, bixwazin."

Kadîr Kutevî sedema avakirina Komîsyonê jî wiha rave kir: “Dema xelk diçe dadgehê, ji ber bi piranî zimanê  Tirkî nizanin karmendên wir ji wan re dibin wergêr. Lê ew karmend jî zêde kurdî nizanin û di wergerê de gelek xeletiyan dikin. Ev jî rê li ber mexduriyeta xelkê vedike.”

Baroya Wanê da xuyakirin ku  ew dê li gor zaravayên kurdî kesên profesyonel perwerde bikin daku bikarin wergêreke rast û baş bikin  û serî li dadgehan jî bidin ji bo ku wergêrên Kurdî bigirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin