Demokratên ku bûn du cî, dê seredana Îsraîlê bikin

Demokratên ku bûn du cî, dê seredana Îsraîlê bikin

PeyamaKurd: 41 parlementerên Komîsyona Têkiliyên Amerîka-Îsraîlê yên Amerîkayê (AIPAC), roja înê wê herin Îsraîlê û bo 7 rojan wê seredanên cûrbicûr bikin. Parlemeneterê demokratan Steny Hoyer di beyana xwe de got ku dê roja înê herin Îsraîlê û weha dewam kir:

“Wê komîsyon bo têkiliyên Amerîka-Îsraîlê û bo mijarên ewlekariya navdewletî yên krîtîk bibin xwedî agahî. Wê endam sînorên Îsraîlê û Sûriyê, û yê Lubnan û Îsraîlê ziyaret bikin û hem bataryayeka sîstema Qubeya Hesin bibînin. Hem dê heyet abîdeya komkujiyê ya Yad Vashem û gelek ciyên dîrokî û çandî bibîne.”

Parlementer Hoyer got ku dê teyîda hevkariya Amerîkayê û Îsraîlê bikin, hem bi lîderên Îsraîlê û yên Fîlîstinê re hevdîtinan bikin û dixwazin di derbarê herêmeka girîng ya dinyayê de bibin xwedî fikir. Heyet wê bi serokwezîr Benyamîn Netenyahû û bi serokê partiya Şîn û Sipî ya muxalif bi Benny Gantz re hevdîtin bike. Heyet dixwaze bi serokê FîlÎstînê bi Mehmûd Abbas û temsîlkarên xortan re were cem hev.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin