PeyamaKurd- Pêşkêşvana bernama ‘Love Island’ ku li Brîtanyayê tê pêşkêşkirin û pêşkêşvana bernamê Caroline Flack e, di mala xwe de bi mirîtî hat dîtin. Flack jineka 40 saliye. Heya niha sedema mirina Caroline Flackê nayê zanîn.
Bernama Flackê ew bername bû ku di heman malê de keç û kurên bêkar diketin nav pêşbirkê û navê bernamê ‘Love Island’ e. Li gor ragihandina rojnama Daily Starê ti agahî di mijara mirina pêşkêşvanê de nehat dayîn û tenha agahiyê gihandine malbata wê.
Pêşkêşvan a bi nav û deng wê piştî hefteyeka dinê bi sedema ku bi lembayê li hevalê xwe yê mêr xistibû, wê derketa ber dadgehê. Pêşkêşvan 5 sezone ku bernamê pêşkêş dikir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin