PeyamaKurd – Helbestvan û nivîskar Ahmet Telli do di 79 saliya xwe de koça dawiyê kiribû. Bernama defna cenazê wî îro aşkera bû û hat ragihand ku wê li Ankara li goristana Karşıyaka bê defin kirin.
Merasima cenazê wî dê li Oda Endazyaran ya Ankara bêkirin. Merasim dê sibê seet di 11.00an de li Kolana Necatibey de bê kirin.
Telli di nav wêjeya Tirkiyê de bi babetên xemgînî, serhildan, evin û berxwedanê de, heman babetan di seha helbestvaniyê de digihandiye hev.
Telli, di sala 1946an de li bajarê Çankırıyê li navça Eskipazarê hatiye dinyayê, di dibistana mamosteyan de perwerda xwe kiriye, Enstituya perwerdê ya Gazi ya Ankara qedandiye.
Li gelek dibistanên weka bajarê Kastamonu, İnebolu, Doğanyurt, Kırıkkale û Ankara mamostetiya zimanê Tirkî û wêjeyê kiriye. Di sala 1981an de Ahmet Telli ji aliyê îdara leşkerî de tê girtin û wî ji ser karê mamosteyî derdixin. Bi biryara dadgehê di sala 1993an de dadgere ser karê mamostetiyê û paşî xaneşîn dibe.
Di wexta ji karê wî, ew dûr dixin, edîtoriya pirtûkan û firotina wan dike. Helbesta wî ya ewilî di sala 1961an de tê weşandin.
Yangın Yılları , Hüznün İsyan Olur, Dövüşen Anlatsın, Saklı Kalan, Su Çürüdü, Belki Yine Gelirim, Nida û Veda Divanı û hinek berhemên wî yên din hene.
Xelata helbestan ya Ömer Faruk Toprak, ya Hezkirdina Helbestan ya Yazko, ya xelata serkeftina helbestan ya Nevzat Üstün, ya xelata helbestan ya Altın Portakal û ya xelata PENê ya helbestan sitendiye.