Xaniyê li Burhaniyê yê Cahit Sıtki Taranci yê helbestvan dikin muze

Xaniyê li Burhaniyê yê Cahit Sıtki Taranci yê helbestvan dikin muze

PeyamaKurd – Xaniyê li navça Burhaniyê yê Cahit Sıtki Taranci yê helbestvanê Diyarbekirî dikin muze. Cahit Sıtkı Tarancı demekî li Burhaniye jiyaye, xaniyê wî du qat e û bi temamî 80 m2 ye. Niha şaredariya Burhaniye xanî li gor esasê wî nûh dike û dê bike muze.

Xanî, li taxa Memiş li ser kolana Haşimağa ye û weka mîrasa wêjeyî tê binavkirin. Di xanî de bi hezir dixebitin da weka xaniyê berê nûh bikin.

Di nav helbestên Cahit Sıtkı Tarancı de, di dema li Burhaniyê maye, îlhama xwe ji jiyana wê derê girtiye û helbesta xwe ya bi navê “Haydê Ebbas, Wext Hatiye” ( Haydi Abbas, Vakit Tamam) nivîsandiye.

Hat ragihandin ku dê eşyayên Tarancı yên taybet ji Diyarbekirê bibin wê derê û dê di nava wan de xatiratên wî hebin.

Lê xwendevan dibe merqê bikin bêkarê Cahit Sıtki li Burhaniyê çi bû? Di wexta leşkeriya xwe weka zabit (subay) dike li Burhaniyê dike û sal û nîv li wê derê dimîne.

Helbesta wî ya bi navê “Temen 35, nîvê temen e” (Yaş 35 Ömrün Yarısı) bi nav û denge û bi sedema zêde ji mirinê ditirsiya, helbestên wî di mijara temen û mirinê de hene.