Xaniyê li ser zinar ava kirine derxist firotanê lê bihayê xanî balkêşe

Xaniyê li ser zinar ava kirine derxist firotanê lê bihayê xanî balkêşe

PeyamaKurd – Li bajarê Ezirganê li navça Kemaliye malbatekî li ser zinarekî bilind xaniyekî ava kiriye ku ji aliyê geştiyaran de balkêşe. Xanî kevneşopiya herêmê nîşan dide û niha wekî remza herêmê ye.

Xanî, ji aliyê mamosteyên jin û mêrê hev ji aliyê Bekir û Nermin Taştan ve hatiye avakirin û di 2 salan de temam kirine. Her dû mamoste ji bihayê xanî re, bihayê 30 milyon dolar perê Tirkiyê danîn ku dike 638.000 dolarê Amerîkayê.

Her dû mamoste li bajarê Îstenbolê xaneşîn bûne û li navça Kemaliye bicîh bûne. Dema xanî ava kirine bi heywanan malzemeyan birine ciyê xanî û paşî bi telefirîkekî kevin an ku klasîk alavan birine ciyê ciyê avahiyê.

Dema diçin ciyê xanî, bi derenceyên an ku pêpêlkên ji 96 heban hildikişin wê derê. Hat ragihandin ku xanî di fîlmê derhênerê fîlm Selçuk Aydemir ku fîlmê bi navê ‘Düğün Dernek 2’ hinek sahneyên fîlm li wê derê kişandine.