PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 2ê Cotmeha 2021ê bi Dr. Ebdulletîf Ehmed re civiya.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînê de girîngiya rola zanayên olî yên Kurdistanê di berevaniya li pirsên niştimanî, redkirina hizra tundrewiyê, pêşxistina kultura pêkvejiyanê û tebayiyê di navbera pêkhateyên cuda ên Herêma Kurdistanê de kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir, pêwîst e zanayên olî rola xwe ya erênî di hişyarkirina civakê, belavkirina peyama aştîxwaziyê û lêborînê, berevaniya li destkeftên gelê Kurdistanê û parastina aştiya civakî de bibînin.
Dr. Ebdulletîf Ehmed di civînê de komek pêşniyazên bi sûde ji bo berjewendiyên giştî û xizmetkirina ol û civakê pêşkêş kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin