PeyamaKurd - Koşka Spî derbarê egera êrîşa ser Idlibê ragihand, ku eger hikûmeta Sûriyê çekên kîmyawî bikar bîne Amerîka dê “bi lezgînî û bi awayekî guncan” bersivê bide.
Koşka Spî bi daxuyaniyekê ragihand: “Amerîka ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Idlibê dike ku niha bi milyonan kesên bêtawan li wir di bin gefa êrîşeke din ê rejîma Esed de ne.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku Serokê Amerîkayê Donald Trumo li hember egera êrîşeke wiha yê metirsîdar hişyarî daye û destnîşan kiriye ev yek metirsiyê li ser jiyana bi sed hezaran kesên xelkê Sûriyê çêdike.
Koşka Spî tekez dike, “Bila helwesta me ya zelal were zanîn, eger Esed êrîşeke kîmyawî li Idlibê bike em ê bi lezgînî û bi awayekî guncan bersivê bidin.”
Koşka Spî di xwaxuyaniya xwe de dide xuyakirin ku Amerîka dê li gel hevpeymanên xwe ji bo peydakirina çareseriyên diplomatîk kar bike û hewl bide krîza Sûriyê nehêle.
Ev çend meh in artêşa Sûriyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê xwe ji bo kontrolkirina parêzgeha Idlibê amade dike. Idlib niha pêgeha dawîn a opozîsyon û grûbên çekdar ên neyarên hikûmeta Sûriyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin