PeyamaKurd - Di encama topbarana komên çekdarên girêdayî artêşa Tirk a li ser taxên bajarê Helebê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku îro li bajarê Helebê şer di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên ser bi dewleta Tirkiyê de rû daye ku şerê li aliyê rojavayê bajarê Helebê tam ji aliyê bajarokê Kefer Hemra, Dahrêt Ebid û kargehên Bileremûnê ve çêbûye.
Herwiha hat ragihandin ku îro gelek taxên bajarê Helebê; Sebîl, Çarxerêya Şîhan, kolana Nîl, Xalidiye û kolana Tişrîn hatine topbaran kirin di encamê de 3 sivîlan can daye.
Hêzên rejîma Sûriyê jî bersîva êrîşan dane û bargehên çekdaran ên li herêma El-Qebir El-Inglizî, bajarokê Kefer Hemra, Dahrêt Ebid û kargehên Bileremûnê topbaran kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin