Li Qamislo mayîn teqîya: 2 kesan can da

Li Qamislo mayîn teqîya: 2 kesan can da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di depoya komkirina plastîkan a bajarê Qamişlo de mayîneke di nava dînamoyekê bicihkirî teqiyaye û û di encamê de 2 kesan can daye.

Hat zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane, Farûq Silêman (29) ji gundê Cirnekê yê girêdayî Qamişlo ye û Raîd Nayîf (24) ji şêniyên Til Hemîsê ye. Cenazeyê her du kesan bo nexweşxaneya Nexweşxaneya El-Selam a bajarê Qamişlo hatine veguheztin.

Li gorî zanyariyan teqîn li depoya komkirin û jinûveçêkirina plastîkan a li ser rêya Iwêca ya bajarê Qamişlo pêk hatiye û li gorî daxuyaniyên hêzên ewlekariyê mayîna ku di dînamoyekê de hatiye bicihkirin teqiyaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin