Rewandiz | Mayîn bi 3 kesan de teqiya: Kesekî can da

PeyamaKurd – Birêveberê Berevaniya Şaristaniyê ya Soran ragihand ku mayîn bi 3 kesan de teqiya ku çûne ser çiyayekî sînorê Rewandizê yekî ji wan canê xwe ji dest da.
Îro (13.03.2025) Birêveberê Berevaniya Şaristaniyê ya Soran, Karwan Mîrawdelî ragihand ku serê sibehê mayîn bi 3 kesan de teqiya ku çûbûn çiyayê Roleyê yê li sînorê navçeya Rewandizê û di encamê de kesekî bi navê Mihemed Hesen canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku tîmên berpirs kar dikin ji bo anîna cendekê wî qurbaniyê mayîn pê te teqiyaye.
Her weha hat zanîn ku qurbanî Mihemed Hesen zewîcî bû û ji gundê Colemêrgê yê yê bajarokê Xelîfana navçeya Soran a Hewlêrê bûye.
Derbarê her du birîndarên din de agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




