PeyamaKurd – Li Kurdistana Rojhilat nêzî bajarê Seqizê li ser sînorê çiya xortê Kurd yê bi navê Peyman Rahmanpûr (21) di teqîma mayînê de can da. Rûdan serê siba îro çêbû.
Çavkaniyên Hengawê ragihandine Peyman Rahmanpûr nêzî bajarê Seqizê li gundê Xorxore dima û teqîn nêzê gundê Xoroxre çêbûye.
Teqîna mayînê gelek mezin bûye û Rahmanpûr di cîh de can daye. Cesedê Rahmanpûr birine tiba edlî ya bajarê Seqizê.
Hat ragihandin ku berê artêşa Îranê li ser sînor mayînan çandine, paşî wan mayînan paqij nekirine û bi dehan Kurd bi teqîna mayînan can dane.