PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Seqizê werzişvan û perwerdekara avjeniyê Aida Xedarî ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê de hat binçavkirin û kes nizane wê birine ku derê.
Do êvarê an ku di 4ê Cotmehê de roja Yekşemê hêzên îstîxbarata Îranê avêtine ser mala Xaderî ya li bajarê Seqizê û bê biryarekî di destê wan de hebe, wê xistine bin çav.
Li gor rêjeyên dezga Hengawê; beşa rêje û belgekirina wê; li seranserê Îranê di 26ê Cotmeha 2026an de herî kêm 17 jinan girtine ku 7 ji wan Kurd in.