Li Kurdistanê di sala 2019an de qeyran bi dawî dibe!

Li Kurdistanê di sala 2019an de qeyran bi dawî dibe!

PeyamaKurd- Pisporê Aboriyê Dr. Sebah Hoşnav got ku Hikûmeta Kurdistanê ji bo aboriyê ketiye rêyeke rast de û di sala 2019an de qeyrana aboriyê wê bi dawî bibe.

Pisporê Aboriyê Dr. Sebah Hoşnav wiha berdewam kir: “Aboriya Kurdistanê di pêvajoyeke pir zor re derbas bû. Piştî ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de levhatin pêk hat, hinek mûçeyên memûran hatin dayîn. Ji ber vê yekê jî, niha rewş hinekî baş bûye. Bazar hinekî zindî bû. Pêvajoya hilberînê bilez bû.

Hoşnav got ku peymanên bi şirketa Rûsî Rosneftê re jî bandoreke baş li ser aboriya Kurdistanê kir. Piştî ku li Bexdayê hikûmeta nû were avakirin, pêwendiyên bi Kurdan re wê baştir bibin. Heke Hikûmeta Kurdistanê jî nexşerêya ku dayî pêşiya xwe bimeşîne, heta dawiya salê, krîz wê bi dawî bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin