PeyamaKurd – Enstîtuya Washington ji bo Lêkolînên Stratejîk, bi raportekê sedemeke din a şerê di navbera komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de li herêmên Bab û Efrînê û derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şamê nav Efrînê eşkere kir û got, Amerîka jî daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku Tehrîr El-Şam ji Efrînê derkeve.
Enstîtuya Washington ji bo Lêkolînên Stratejîk di rapora xwe de eşkere kir, Heyet Tehrîr El-Şam di aliyê başûrê rojava re derbasî Efrînê bû û koma Cebhe El-Şamiyê ya ser bi Feyleq Sêyem a opozîsyonê ve neçar bû ku ber bi bajarê Ezazê ve vekişe. Di çend rojên borî de destnûstan di navbera her du aliyan de çêbûn, lê Cebhe El-Şamiyê hemû daxwazên Tehrîr El-Şamê red kirin, di encamê de jî pevçûn li eniya gundê Kefer Cenê derdikevin.
Herwiha di raportê de hat eşkerekirin, şerê di navbera komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de li herêmên Bab û Efrînê ji ber bazirganiya madeyên hişbir û hin berjewendiyên din derketiye. Çalakvan Ebû Xenûm (Ew ê li Babê ligel hevjîna xwe ji aliyê koma Hemzat ve hatiye kuştin) jî li ser vê mijarê lêkolîn dikir.
Di berdewamiyê de Enstîtuya Washington ji bo Lêkolînên Stratejîk da zanîn, Amerîka gef li Tirkiyê xwariyê ku divê Serokê Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed Colanî ji Efrînê derkeve, yan jî ew ê rê bide HSDê ku ber bi Efrînê ve biçe.
Zanyariyên Enstîtuyê destnîşan kir, Heyet Tehrîr El-Şam ji Efrînê vekişiya ye, lê saziyên wê yên ewlekarî û îstixbaratî hîn li Efrînê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin