PeyamaKurd- Nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey ragihand ku ew nabêjin bila serokê Sûriyê yekser dev ji wezîfa xwe berde û Rûsya ji Sûriyê derê. James Jeffrey, bi rêya online tevlî konferansa Middle East Institute bû û weha got:
“Nêrîna me ya li Sûriyê ew e ku em nabêjin bila serkeftina me bi temamî li Sûriyê hebe. Em nabêjin bila Esed yekser here. Em dibêjin bila Esed û hukumeta wî tevgerên xwe biguhêrin. Em nabêjin ku divê Rûsya jî here. Bila Sûriye dagere halê xwe yê berya 2011an. Siyasetekî me tine ye ku em zorê bidin Rûsyayê da ji Sûriyê derê lê em li hemberê hebûna Rûsya ya li Sûriyê ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin