Iraq: Em daxwaza Tirkiyê ya qezenca li beramberê avê qebûl nakin

Iraq: Em daxwaza Tirkiyê ya qezenca li beramberê avê qebûl nakin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Bilind a Tirkiyê ji bo gotûbêjkirina pirsa avê, serdana Iraqê dike.

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avî ya Iraqê jî ragihandiye ku ew prensîba ‘Qezenca li beramberê avê’, bi hemû awayî red dikin.

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avî ya Iraqê On Ziyab ji Rûdawê re gotiye, “Bi armanca gihîştina rêkeftinekê li ser pirsa avê, biryar e di demeke nêzîk de şandeke bilind a Tirkiyê serdana Iraqê bike.”

Nûnerê Taybet ê Serokê Tirkiyê bo Iraqê Feysel Eroglu gotibû, “Tirkiye li gor prensîba qezenca beramber serederiyê li gel dosyeya avê dike.”

On Ziyarb got, “Em prensîba qezencê li beramber avê bi hemû awayî red dikin. Li gorî peymanên navdewletî, çemên hevbeş nabin sînorê siyasî û mulkê herkesî ne, lewra nabe ku ti mercek li beramberî avê bê danîn, ji ber ku di welatên din re jî derbas dibe.”

Hêjayî gotinê ye, heta niha pirsgirêka avê ya di navbera Iraq û Tirkiyê de nehatiye çareserkirin, ji ber ku %70 a ava ser erdê ya Iraqê ku ew jî çemên Dicle, Firat û Zê ne, ji Bakurê Kurdistanê diherike Iraqê û ew çavkaniyên avê di bin kontrola Tirkiyê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin