PeyamaKurd – Li Sûriyê li bajarên Helebê û Idlibê ji ber bermayêm maddeyên teqemeniyê diteqin û zarok û xelkê deverê ji ber wan birîndar dibin, tîmên paqijkirina teqemeniyê xebatên xwe yên paqijkirinê dewam dikin. Bi taybetî fişek û mayînên ku di şer de neteqiyane. Di mijarê de rêvebirê nexweşxana Idlibê Dr. Abdulwahab Abu Yahya weha got:
“Di encama teqîna bermayiyên şer yên neteqiyane ku diteqin, daîma birîndar seredana nexweşxanê dikin. Ji ber van teqînan, piraniya birîndaran jiyana wan dikeve xeterê û di wan de seqetiyên mayînde çêdibin. Piraniya birîndaran zarokin. Mînak; nexweşê min Muhammed Zain li erdê fişekekî neteqiyaye dîtiye û xistine nav qutiya alavên xwe. Fişek piştî 5 salan teqiyaye, destê wî yê rastê jêbûye û her dû çavên wî xesarê dîne.”
Niha paqijkirina teqemeniyên deverê dewam dike û rêvebir hişyariyê didin milletê da tiştên li erdê dîtin heya bawer nebin bila destê xwe nedin wan. Bi taybetî divê malbat hişyariyê bidin zarokên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin