PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, li Koşka Spî daxuyaniyek da çapemeniyê û bi rêya vê daxuyaniyê rexne li xwediyên kompaniyên mezin ên petrolê kir. Biden diyar kir ku ew di vê qeyrana aboriyê de bi berpirsiyarî tevnagerin.
Joe Biden, bi rêya daxuyaniyê da zanîn ku kara van kompaniyên petrolê, bi qasî ku nayê texmînkirin zêde ye û di nav 6 mehên dawî de kara 6 kompaniyên herî mezin ên petrolê, ji 100 milyar dolaran zêdetir e.
Biden da zanîn ku heger ev kompanî vê kara xwe ya zêde li dijî bikarhêneran bi kar bînin, ew ê buhayên petrolê 50 sentên din jî dakeve û di hegera ku ji bo operasyonên Amerîkayê de bê razandin jî dibe ku buha hîn zêdetir dakevin jêr.
Serokê Amerîkayê, di dewama daxuyaniya xwe de wiha axivî:
“Kara van kompaniyan a îro ku digihîje asta rekorê, ne tiştekî nû ye, ev kar bûne sedema encamên şerê li Ukraynayê ku nedihatin payîn. Encamên vî şerî Ukraynayê dirûxîne û li gelemperiya cîhanê zerarê dide bi deh milyonan mirovan.
Ji ber vê jî di vê dema şer de ku karên dîrokî tên bidestxistin, berpirsiyariya rêveberan heye ku ji berjewendiyên xwe û para xwe ya karê zêdetir tevbigerin.”
Biden, li ser hegera ku rêveberên van kompaniyan bi berpirsiyarî tevnegerin de jî da zanîn ku heger buhayan danexînin, ew ê ji bo kara xwe ya zêde, bacên zêdetir bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin