PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Komara Demokratîk ya Kongoyê li eyaleta Ituriyê serhildêr avêtin ser 2 gundan û bi sîlihan 15 sîvîlan kuştin. Grûba çekdar ya bi navê Hevkariya Geşepêdanê ya Kongo (CODECO) li devera Djûyê li gundên Katsa û Batsayê bi çekan êrîş kirin.
Serhildêr gelek xaniyan yaxma kirin û 15 sîvîlan kuştin. Piştî bûyerê di navbera serhildêran û hêzên asayîşê de şer derket û 6 serhildêr hatin kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin