PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, beşdarî Forûma Herêmî ya Rusya û Qazaxistanê ya ku li Orenburga Rusyayê hat lidarxistin bû û ligel Serokê Kazakistanê Kasım Comert Tokayev re civiya.
Vladimir Putin, di hevdîtinê de bal kişand ser rewşa aboriyê û got,
“Veberhênanên me yên li Qazaxistanê, gihîştine nêzîkî 17 milyar dolaran. Zêdetirî 30 projeyên veberhênana hevbeş di hemû warên sereke yên aboriya welêt de tên kirin.”
Putin amaje bi wê yekê jî kir ku Rusya yek ji wan welatan e ku di aboriya Kazakistanê de herî zêde veberhênanê dike û wiha dewam kir:
"Ji bilî vê em jî ji bo rakirina qedexeyên ku bandorê li bazirganî û veberhênan dike, eleqedar in. Bazirganiya navneteweyî di qeyranekê de ye. Ev yek bi taybetî îro girîng e. Rusya, bergirên xwe yên berfireh pêk tîne da ku hawirde û hinardekirina xwe ber bi bazarên nû ve araste bike.”
Hat ragihandin ku Putin û Tokayev piştî axaftinên xwe yên li forûmê, li Koşka Kremlînê dest bi hevdîtinên dualî kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin