PeyamaKurd - Yekîtiya Erebî, roja sêşemê bi daxwaza Filistînê di asta nûneran de wê bicive.
Hat diyarkirin ku Yekîtiya Erebî, li ser mijara îxlalên rêveberiya Îsraîlê li hember Filistîniyan roja sêşemê di asta nûneran de wê derasayî bicive.
Cîgirê Sekreterê Karûbarên Filistînê Seîd Ebû Elî daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku civîn wê bi daxwaza Filistînê û di serokatiya Erebistana Siûdîyê de çebibe.
Ebû Elî di daxuyaniyê de bal kişand ser rola Yekîtiya Erebî cih da van îfadeyan: "Civîn, bi minasebeta 42emîn salvegera Roja Axê çalakiyên ku roja înê, bi navê “Meşa Vegera Mezin” bi awakî aştiyane dest pê kirin û li hember vê sûcên ku eskerên Îsraîl kirin û bûyerên li ser axa Filistînê, tê lidarxistin."
Yekîtiya Erebî diyar kir ku bûyerên rûdidin û li ser sînorê Xezzeyê kuştina 17 Filistîniyan ji nêzîk ve dişopînin. Herwiha bang li civaka navdewletî hate kirin ku îxlalên Îsraîlê bide sekinandin û komîsyoneke lêpirsînê ava bike û berpirsiyariya xwe biîne cih.
Flistînî, di çarçoveya 42emîn salvegera Roja Axê de ji roja înê heta niha, li ser Xeta Xezzeyê ya dorpêçkirî çalakiyan dikin. Îsraîl ji roja ewil heya îro midaxele dike, heta niha 17 kes kuştin û bi sedan kes birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin