Serok Barzanî: Bi derewam heqîqet û niyeta êrîskaran nayê nixumandin

Serok Barzanî: Bi derewam heqîqet û niyeta êrîskaran nayê nixumandin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, derbarê êrîşa bi moşekên balîstîk bi ser Hewlêrê de ku şeva îro li demjimêr 01:00 hat kirin, peyameke şermezarkirinê belav kir û got, ev tawan li dijî mirovahiyê ye û bi derewan heqîqet û niyeta êrîşkaran nayê nixumandin.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir, “Em gelek bi tundî êrîşa tirsonek a şeva borî ya ser Hewlêrê şermezar dikin, ev tawan li dijî mirovahiyê ye. Bi derew û çewaşekariya nehezan jî heqîqet û niyeta êrîşkaran nayê nixumandin.”

Serok Barzanî got: “Em tekezî li ser wê yekê dikin ku çawa Hewlêr li hember Hulagûyên kevn xweragir bû, dê li hember Hulagûyên nû jî xweragir be û naçeme.

Ez ji gelê Kurdistanê jî daxwaz dikim ku li hember van gef û êrîşan xweragir bin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin