PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro di civîneke rojnamevanî de derbarê alozî û şerê li Idlibê ragihand ku ew bi Tirkiyê di nav danûstandineke berdewam de ne.
Lavrov herwiha diyar kir ku Tirkiyê li gorî rêkeftinên ligel wan hatine kirin soza cudakirina rêxistinên terorîst û opozîsyonê li herêma Idlibê dabûn û destnîşan kir, “Mixabin hê jî terorîst li herêma Idlibê hikumraniya xwe didomînin. Ji ber vê jî divê ev berpirsiyarî were bicihanîn.”
Lavrov wekî berpirsiyariya duyem bo Idlibê jî avakirina xetên kêmkirina aloziyê (deverên aram) ên ji çekan hatine paqijkirin nîşan da û wiha got:
“Li ser vê mijarê lihevkirin çêbûbû, lê hîn ev hedef pêk nehatiye. Leşkerên me di çarçoveya fermanên Pûtîn û Erdogan de, hewil didin van pirsgirêkan bi zelalî çareser bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin