Li Sine 2 girtiyên Kurd hatin bidarvekirin

Li Sine 2 girtiyên Kurd hatin bidarvekirin

PeyamaKurd - Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, welatiyekî Kurd hat darvekirin ku du roj berê jî girtiyekî din ê Kurd hatibû bidarvekirin.

Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan, ragihand ku di nav du rojan de, du welatiyên Kurd li Îranê hatine darvekirin.

Li gorî Hengawê îro beyaniyê li zindana navendî ya Sineyê welatiyekî xelkê Sineyê yê bi navê Fayîq Ehmedî hat bidarvekirin ku Fayîq Ehmedî 13 sal in, di zindanê de bû.

Herwiha pêr duşemê jî welatiyekî din ê bi navê Keywan Reza Qûlî li zindana Sineyê hatiye darvekirin ku her du welatiyên Kurd bi tohmeta kuştina bi qestî hatine darvekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin