PeyamaKurd – Piştî ku her du welatên Ermenistan û Tirkiyê biryara asayîkirina pêwendiyan dan, hatibû ragihandin ku wê her du welat nûnerên xwe yên bo danîna pêwendiyên dîplomatîk destnîşan bikin.
Piştî ku Tirkiyê balyozê berê yê Washingtonê Serdar Kiliç wekî nûnerê taybet ê Tirkiyê bo Ermenistanê erkdar kir, Ermenistanê jî kesek ji bo nûnertiyê erkdar kir.
Wezareta Derve ya Ermenistanê ragihand ku welatê wan, Cîgirê Serokê Parlementoya Ermenistanê Ruben Rubinyan ji bo proseya dîyalogê ya Ermenistan-Tirkiyê wekî nûnerê taybet hatiye erkdar kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin