Serokê TSO ya Ixdirê: Deriyê Ermenistanê ji bo aboriya me derfetekî dîrokiye

Serokê TSO ya Ixdirê: Deriyê Ermenistanê ji bo aboriya me derfetekî dîrokiye

PeyamaKurd – Serokê Oda Baziraganî û Sanayiya bajarê Ixdirê Kamil Aslan ragihand ku bi normalbûna têkiliyên navbera Ermenistanê û Tirkiyê, vebûna deriyê sînor ji bo aboriya Ixdirê derfetekî mezin e.

Bende ne ku di meha Êlûnê de derî vebe, bi pêşdeçûna bazirganiye re wê di sektora geştûgizariyê û xizmetê de geşepêdan bibe û bingeha teknîkî ya derî amade ye. Aslan hem got ku divê bêhtir teşwîqan bidin bajarên li ser sînoran.

Aslan got ku di wexta navbera Ermenistan û Azerbeycanê nexweş bû, ne terefdarê vekşirina derî bû lê di şertên niha de destekê didin vekirina derî. Aslan weha dewam kir:

“Mîlliyeta bazirganiyê tine. Min gelek caran got di wexta axa Azerbeycanê 1/5 ê di bin îşxala Ermenistanê de bû, min nexwest derî vebe. Piştî pirsgirêka wan çareser bû, me jî xwest derî vebe. Em difikirin ku Tirkiye di siyaseta derve de, di rêyekî rast de dimeşe.”

Deriyê sînorê Tirkiye û Ermenistanê weka teknîkî amade ye, rêya navbera sînor û bajêr ya bi dirêjahiya 7,5 km yan îhale kirine û tesîsên ku hene, dikarin bibin bersiva çûna welatiyên welatên sêyem bidin. Di wexta pêşiya me de, di rojevê de ye ku pirekî îlawe li ser Çemê Erezê ava bikin.

Aslan got; êdî vekirina derî li ser têkiliyên siyasî û dîplomatîkin ne li ser mijarên teknîkî ne.