Damezrênera Artêsa Sor ya Japonya serbest hat berdan

Damezrênera Artêsa Sor ya Japonya serbest hat berdan

PeyamaKurd – Damezrênera rêxistina Artêşa Sor ya Japonya ya bi navê Fusako Şigenobu, bi sedema rola wê di dopêçkirina balyozaxana Fransayê ya sala 1974 an de, piştî 20 sal di zîndanê de ma, serbest hat berdan. Şigenobu ya 76 salî di sala 1974 an de, li Laheyê bi sedema êrîşa ser konsulxaneya Fransayê ku konsulxanê 100 siet dorpêç kiribûn, 20 sal di zîndanê de ma. Şigenobu jiyana xwe bi qaçaxî dewam kiribû û di sala 2000 an de li Osakayê hatibû desteserkirin.

Di dorpêça konsulxaneya Fransayê de, li ser daxwaza grûbê, dewleta Fransayê mîlîtanekî Artêşa Sor berdabû û grûba ku dorpêçê kiribû, çûbû Sûriyê.

Berya êrîşa li Laheyê bi du salan, li Îsraîlê, li balafirgeha bi navê Lod ê di êrîşê de 26 kes hatibûn kuştin û 80 kes jî birîndar bûbûn û destê Şigenobu di nav bûyerê de hebû.

Şingabu paşî Artêşa Sor belav kiribû û gotibû wê di çarçoveya qanûnan de li mafê xwe bigere. Tevgera grûbê ya herî dawiyê di sala 1988 an de li Îtalyayê êrîşekî bombeyî biribû ser qûlûbekî Amerîkayê,

Şigenobu piştî serbest hat berdan, ji bo doza xwe “zerarê dabû mirovên bêguneh”, lêborîna xwe xwest.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin