Serok Barzanî û Helbûsî ji bo hikûmeta nû ya Iraqê li ser 6 xalan li hev kir...

Serok Barzanî û Helbûsî ji bo hikûmeta nû ya Iraqê li ser 6 xalan li hev kir...

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 16ê Sibatê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Hêzên Iraqî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di civînê de guftûgo derbarê rehendên rewşa niha ya Iraqê û navçeyê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatine kirin û li ber ronahiya civînê jî herdu aliyan li ser çend xalan li hev kirin.

Xalên ku rêkeftin li ser hatiye kirin û bi daxuyaniyeke hevbeş hatine ragihandin ev in:

1- Karkirina ligel hemû hêzên siyasî ji bo derbasbûna ji tengiya niha heye û beşdarîkirina di vegerandina aramiya Bexdayê û parêzgehên din ên başûrê Iraqê de.  

2- Pêwîst e hikûmeta dahatû ya Iraqê nûnertiya hemû pêkhateyên Iraqê bike û li ser binemaya hevpariya niştimanî be.

3- Divê bernameya hikûmetê bi ronî amaje bi amadekariyên hilbijartina pêşwext di zûtirîn dem de bike, wek cibicîkirina daxwaza xwepêşamderan û ev babet divê bibe karê pêşîne yê hikûmeta dahatû.

4- Pêwîst e bernameya hikûmeta dahatû planeke ron û aşkere lixwe bigire ji bo vegerandina heybeta dam û dezgehên dewletê, parastina aştiya civakî, dawîanîna destêwerdana derveyî, hîştina çek tenê di destê dewletê de û nehîştina diyardeya çekdarên nefermî.

5- Berdewamiya karê hevbeş bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re ji bo alîkariya Iraqê di rûbirûbûna gefên terorê û zalbûna bi ser paşmayên teroristên DAIŞê de.

6- Karkirina ji bo berdewambûna pêwendiyên dualî, ew jî ji bo hevahengîkirina helwestên herdu aliyan û hevbeşên din.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin