PeyamaKurd- Artêşa Pakistanê ragihand ku ji aliyê Hindistanê bo aliyê Pakistanê, bo ser xetta Keşmîrê bombeya ku bandora perçe dike avêtiye. Li gor ragihandina artêşa Pakistanê di şeva ku 30 yê tîrmehê ku bi 31 ê ve girêdide, bombeyên mîsket yên ku ji aliyê Hindistanê de hatine avêtin bo aliyê Keşmîrê, li Wadiya Neelumê bûye sedema kuştina 2 kesan ku yek ji wan zaroke û 11 kesan jî birîndar kiriye.
Wezîrê karên derve yê Pakistanê got ku leystikekî talûke dileyîzin. Artêşa Pakistanê jî ragihand ku her kesê li herêmê dijî, eger li erdê telefon, alavên elektronîk, qutiyên metal an leystikan dîtin, bê ku destê xwe bidinê bila polîs agahdar bikin.
Pakistan dibêje ku bikaranîna bombeyên mîsket li gor peymana Cenevreyê qedexeye û îhlala mafên mirovaye. Hem xwest ku raya giştî li hemberê kiryarên Hindistanê yên li dijî Keşmîrê bila dengê xwe bilind bike.
Wezîrê karên derve yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureyşî li ser mijarê weha got:
“Em endîşe dikin ku wan kesên naxwazin li Keşmîrê pirsgirêk helbibe, dikarin zerarê bidin pêvajoyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin