PeyamaKurd – Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, otobuseke ji parêzgeha Diyarbekirê ber bi Wanê ve diçû, ji ber qeşayê li ser rêya Tetwan-Bedlîsê şemitî û wergeriya û encamê de 15 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan li ser rêya Tetwan û Bedlîsê di saetên serê sibeha 8ê Çileya 2022an de, ji ber qeşayê otobusek wergeriya û di encamê de, 12 rêwî û 2 şofêr û yek jî alîkarê şofêr bi giştî 15 kes birîndar bûn.
Herwiha zanyarî eşkere dikin, kesên birîndar rakirine nexweşxaneyên Bedlîs û Tetwanê û dermankirina wan berdewam e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin